QSD: 8 Çete hatin girtin û depoyekî çekan hat dîtin

Pêngav Tolhildana Şehîdên Reqayê bi biryardarî dewam dike. QSD’ê ragihand ku di her du rojên borî de 8 çete hatine girtin û gelek çek û pirtûkên ku fikrên wan belav dike hatin destserkirin.

Pêngava ‘Tolhildana Şehîdên Reqayê’ ev hefteyeke dewam dike.

Derbarê mijarê de Navenda Ragihandinê ya QSD’ê daxuyaniyek parve kir.

QSD’ê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku hêzên hevbeş ên QSD’ê û Asayişê di her du rojên borî de depoyek kevin a çekên çeteyên DAIŞ’ê dîtine û desteserkirine..

Her wiha 8 çete jî hatin girtin û gelek pirtûk û belgeyên ku fikirên tunderew belav dike hatine dîtin.

QSD’ê da zanîn ku hêzên hevbeş li Reqa û Tebqayê operasyonên lêgerîn û paqijkirinê li gorî plana hatiye danîn, didomînin û got: “Armancên bingehîn ên pêngavê jinavbirina baregehên veşartina terorîstan, têkbirina planên wan e û misogerkirina ewlehiya herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ne.”

Li Reqayê qedexeya derketina derve ya giştî saet 20:00 bi dawî dibe

Her wiha duh jî di çarçoveya pêngavê de Komîteya Hundirîn a Reqayê qedexeya derketinê ya giştî li bajêr ragihand.

Di biryara komîteya Hundirîn a Reqqyê de hatibû gotin: “Li gorî pêwîstiyên berjewendiya giştî û ji bo parastina ewlehiya xelkê, me qedexeya derketinê ya giştî Îro raghand ..

Qedexeya derketinê tenê ji bo îro bû ku seat 8’ê êvarê bi dawî dibe.

Lê nediyar e ku ew ê bê dirêjkirin an na.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku ji 25ê Çileyê ve, operasyona “Tolhildana Şehîdên Reqayê” hatiye destpêkirin ..

Operasnyon dewam dike û heta niha gelek çete hatine girtin û çek hatine destserkirin.

Back to top button