Dewleta Tirk a dagirker bi balafirên îro careke din êrişî herêmê kir.
Dîsa li gelek cihan gund û cihên jiyanî yên gel hatin bombebarankirin.
Êrişên dewleta Tirk a dagirker 3 rojin didomin.
Îro jî bombebarana dagirkeran li ser gund û cihên jiyanî yên gel nesekinî.
Artêşa Tirk a dagirker gundê Ebû Sire, El Etşan, Ebû Nîtûna û El Xalidiyê, Cidêyda û Mieleq ya girêdayî navçeya Eyn Îsa û Gundên Erîda û Zenûbiya yên rojavayê girêspî bi çekên giran topbaran kirin.
Di topbarana dewleta Tirk a dagirker ya li ser gundê Xalidiyê de, welatiya bi navê Emşa Hilal El-begar 65 salî şehîd bû û hevjînê wê Mihemed El Elî 70 salî birîndar bû.
Zirgan û Til Temir-Gund û dibistan hatin topbarankirin
Li aliyê din, gundên di navbera Zirgan û Til Temirê û dibistana gundê Rebîat yê li navenda Zirganê jî hat topbaran kirin.
Gundên Şehba û Efrnê, îro jî ji topbaranê nefilitîn.
Artêşa tirk a dagirker gundê Soxanekê ya navçeya Şêrewa û gundê Merenazê a navçeya Şera ya herêma Efrînê bi dijwarî topbaran kirin.
Di heman demê de, gundê Şêx îsa û Zîwanê ya herêma Şehbayê jî hatin topbaran kirin.
Ji doh ve li seranserê Şehba gelek gund bûn hedefa êrişa dagirkeran.
Balafirên şer derdora Dêrikê û Çiyayê Qerçoxê bombebaran kir