Ji Til Hemîsê banga bidawîkirina tecrîda li Îmraliyê

Li herêmê çalakiyên gel ji bo şermezarkirina tecrîda li dijî rêber Abdullah Ocelan zêde dibin. Şêniyên Til Hemîsê bi çalakiyekê banga azadiya fîzîkî ya Rêber Apo kirin.

Şêniyên Til Hemîs ya kantona Qamişlo li dijî tecrîda ser Rêber Apo xwepêşandanek li darxistin.

Bi sedan ji şênî, endamên saziyên Rêveberiyê û şêxên eşîran beşdarî çalakiyê bûn.

Çalakî ji çerxerêya El Niyaba dest pê kir û li dergehê bakurê navçeyê veguherî mêtingê.

Di mêtingê de, Hevserokê Partiya Yekîtiya Demokratîk PYD’ê ya navçeya Til Hemîsê Heyal El-Xuwêr axivî û tecrîda li dijî Rêber Apo şermezar kir.

Herwiha endama Meclisa navçeyê Belqîs Ebdullah bêdengiya CPT û rêxistinên mafên mirovan derbarê rewşa Rêber Apo rexne kir.

Belqîs Ebdullah bang li gelê herêmê kir ku ji bo azadiya Fîzîkî ya Rêber Apo berxwedan û tekoşîna xwe mezintir bikin.

Back to top button