Li başûrê Qamişlo, balafirên Koalîsyona Navdewletî benda kontrolê ya leşkerên hikûmeta Şamê bombebaran kir û di encamê de 4 leşkerên hikûmetê hate kuştin 2 jî birîndar bûn.
Bendeke kontrolê yê hêzên hikumeta Şamê li gundê Til Deheb ê li nêzî navçeya Til Berekê li başûrê Qamişloyê rê li pêşiya karwanekî Amerîkayê girt.
Hate ragihandin ku ji be rêgirtinê, di navbera hêzên Amerîkî û yên hikûmeta Şamê de tevlîhevî derket .
Piştî wê jî, balafirên girêdayî koalîsyona navdewletî benda kontrolê ya hêzên hikûmetê bombebaran kir.
Di encamê de, li gorî hate gotin, 4 leşkerên hikûmeta Şamê hatin kuştin, 2 jî birîndar bûn.



