Diyar e di demekê de hevdîtinên partiyên Kurdî pêk tên, hin alî di nava hewldanên provaksyonê de ne..
Vi taybetî di roja 15 tebaxê û nivîsên li ser Buroya PDKS’ê ev yek bi zelalî derket holê..
ENKS’ê yekser Ciwanên Şoreşger tewanbar kir..
Tevgera Ciwanan jî van tewanbariya red dike û wê bi dijberiya yekîtiya Kurdî pênase dike..
Li Rojavayê Kurdistanê ji destpêkirina şoreşa ango ji sala 2012’an ve gelek bûyerên dîrokî rû dan..
Di vê pêvajoyê de, hema bêje kêf û şer bi hev re dimeşiyan..
Bajarên vê deverê ên bi dehan sal di bin desthildarî û nijatperesetiyê de mabûn, hatin paqijkirin..
Kurd, Ereb û Xiristiyanan, mal da milê hev û ew têgiha dijminatiya di nava gelan de, ji holê hat rakirin..
Bi pêşengtiya, keç û xortan, dawî li dagirkeriya yek ji hêzên herî tarî DAIŞ hat anîn..
Rojava êdî veguherî, çavkaniya hêvî û baweriyê..
Ji lewre, ji Amerîka bigrin, heta Ewrûpa..
Ji Çînê bigrin, heta Kanada..
Ji Tirkiyê bigrin heta Îran û Hindistanê..
Bi sedan ciwan berê xwe da vî beşê herî biçûk ê welat û cihê xwe di nava şer de girtin..
Helbet ev destkeftî bi hêsanî nehatin bidesxistin..
Bêtirî 11 hezar şehîd û 25 birîndarên şer li pey xwe hiştin.
Tevî van berdêlan jî, ya ku êş û azara gelan kêm dike, destketiyên pîroz in.
Vê pêvajoyê, bi qasî dijminên Kurdan, hişt ku gelek aliyên derdor jî ne rihet û aciz bibin..
Ji bo têkbirina van destkeftiyan jî, yek rê li pêşiyan wan bû..
Provokasyon..
Her gavê jî heman rêbaz dihat bikaranîn..
A herî dawî jî, çîroka buroya PDKS’ê ya li Qamişlo ye..
15 Tebaxê buroya navborî hatibû boyaxkirin û hin nivîs li ser hatibû xêzkirin..
ENKS’ê yekser û bi lez daxuyanî li ser da û “Ciwanên Şpreşger” tewanbar kir.
“Koma bi navê Ciwanên Şoreşger agir li pêşiya buroya PDKS pê xist û ala Kurdistanê şewtand”.
Li pey wê jî Partiyê bi xwe daxuyaniyek belav kir..
“Koma bi navê “Ciwanên Şoreşger” êrîşî buroya me kir û ala me boyax kir”
“Karê hatî kirin, ne li gorî berjwendiyên xebatên ji bo yekrêziyê ye”
Helbet di nava herdû daxuyaniyan de, him nakokî û him jî cudahiya agahiyan bi eşkere xuya dibe.
Pirsa di vir de, “çima têgiha şewtandina alê dîsa weke pêvajoya ji 2012″an û vir ve hat bikaranîn”?
Di heman çarçoveyê de, ragihandina bi ser ENKS’ê ve jî, heman rêbaz derbas kir û wan jî gelek nûçeyên xwe bêyî belge parve kirin..
https://hawarnews.com/kr/haber/ciwann-soresger-dixwazin-bi-fitney-pngava-me-res-bikin-h34943.html
Tevgera Ciwanên Şoreşger ev tewanbarî bi her awayî red kir û ragihand ku ne ji dûr û ne jî nêzîk têkilya wan bi vê bûyerê re tune ye.
“Ev gav aramanca wê derxistina provaksyonê ye û li dijî yekîtiya gelê Kurd e. Bila hemû alî hişyar bin.”
Balkêş e ku di demekê de, hevdîtinên partiyên Kurdî dewam dikin û bûyerekî bi vî rengî pêk tê..,gelo kî li pey vê bûyerê ye?