Almanya-ji bo azadiya Rêber Apo konferans hat li dar xistin

Ciwanên Kurd û enternasyonalîst, li bajarê Dortmûnd ê Elmanyayê ji bo azadiya Rêber Apo konferansek lidar xistin.

Bi dehan ciwan ji Elmanya, Swîsre, Fransa, Îtalya, Îngilistan û gelek welatên din beşdarî konferansê bûn.

Konferans bi dirûşma “Bi ciwanên rêxistinbûyî ber bi azadiya Rêbertî ve” bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna şehîdên şoreşa Kurdistanê dest pê kir.

Di konfiransê de Sercan Aydin axivî û bal kişand ser rola pêşengiyê ya ciwanên Kurd û destnîşan kir ku di vê pêvajoyê de ji bo pêkanîna azadiya Rêber Apo hêza herî dînamîk e.

Piştî axaftinan sînevîzyonek li ser sîstema tecrîdê ya li Îmraliyê hate nîşandan.

Li gelek bajarên Ewropayê Kurdistanî li dijî tecrîdê daketin qadan

Back to top button