96 Malbat ji kampa Holê vegeriyan Reqayê

Derxistina malbatan ji kampa Holê dewam dike.
Îro 96 malbat ji kampa Holê hatin derxistin û ber bi Reqayê ve hatin şandin.

Rêveberiya Xweser, Ofîsa Kar û Barên Penaber û Koçberan bi alîkariya Meclisa Rûspiyên Reqa 96 malbatên ji Reqayê ji kampa Holê derxistin.

Ev malbat ber bi bajarê xwe Reqayê ve hatin şandin.

Rêveberiya Xweser heta niha bi sedan malbatên ji Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji kampê derxistine û şandine cih û warên wan.

Back to top button