Hikmet Hebîb: Çareserkirina aloziya li Başûrê Sûriyê di pergala nenavendîbûnê de ye

Endamê Meclisa Sêriya Demokratîk – MSD’ê Hîkmet Hebîb destnîşan kir ku rûdanên li Dera Siwêda û Quneyterayê encamê hişmendiya ku ewlekarî û tundiyê esas digre ye, çareserî di suriyeke nenavendî de ye, di pergala Rêveberiya Xweser de ye.

Di kongreya 4’emîn a Meclisa Sêriya Demokratîk – MSD’ê de ya li bajarê Reqayê de hat li darxistin de, gelek nîqaş li ser geşedanên dawî li başûrê Sûriyê nexasim belavbûna komên çekdar li deverên Dera û Quneytera û kirîza ewlekarî û xwepêşandanên li Siwêdayê, hat kirin

Di kongreya ku tê de gelek kesayet û sazî beşdar bibûn, derbarê geşedanên li Başûrê Sûriyê hevpeyman bi endamê Nivîsgeha Têkiliyan a MSD’ê Hîkmet Hebîb pêk hat.

Hîkmet Hebîb di hevpeymanê de diyarkir ku ew bûyerên li herêma Siwêdayê baş dişopînin û wiha axivî:

“Ev tevger ji gelek mehan ve didome û di encama zexta hêzên ewlekarî ya li ser şêniyên Siwêdayê de derket.

Em dibînin ku tecrûbeya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê û pergala nenavendî û demokratîk a ku MSD′ê pêşkêş dike, yek ji çareserkirina rewşa Siwêdayê ye.”

Hîkmet desnîşan kir ku wan pîrozbahiya xwepêşandêrên Siwêdayê ji bo hevkarên Sûriyeyî yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li ser Hevpeymana Civakî ya nû bi rêya hildana pankartan dîtin û wiha domand:

“Ji berê de têkilî bi hêzên siyasî yên Siwêdayê re ji bo nîqaşkirina çareseriyan û sûriyeke nenavendî heye.”

Hîkmet Hebîb destnîşan kir ku guhartinên mezin ên li Dera û Quneyterayê bi rêya ferzkirina zîhniyeta desthilata leşkerî hiştin tevlihevî derkeve û got:

“Pêwîst e bi rêya ragihandina Rêveberiya Xweser li wan herêman di çarçoveya pergaleke nenavendî û demokratîk de rewşa wir çareser bibe.”

MSD’ê di konreya xwe ya 4. De li ser reşnivîsa belgeya siyasî erê kir

Back to top button