Kongra Star şehîdên komkujiya duyemîn a Parîsê bi bîr anîn.
Her wiha Kongra Star bang li hikumeta Fransayê kir ku berpirsyariyên xwe bi cih bînin û sûcdarên komkujiyên yekemîn û duyemîn ên Parîsê eşkere bike.
Meclisa Kongra Star di salvegera yekemîn a komkujiya duyemîn a Parîsê, ku têde endama Desteya Rêveber a KCK’ê Emîne kara bi nasnav Evîn Goyî, Mîr Perwer û Ebdureham Gul şehîd ketin, daxuyaniyek da.
Meclisê, her sê şehîd bi bîr anîn û destnîşan kir ku ew ji bo doza Kurd û azadiyê têkoşiyan.
Meclisê diyar kir ku desthilata Fransî heta niha sûcdarên komkujiya yekemîn a Parîsê ku di 9’ê Çileya 2013’an de li dijî yek ji damezrînera PKK’ê Sakîna Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez, çêbûye û komkujiya duyemîn a Parîsê eşkere nekirin û got:
Kongra Star: Divê Fransa kujerên komkujiya Parîsê eşkere bike
“Êdî eşkere bûye ku ev komkujî bi destê dewleta Tirk û bi piştgiriya NATO’yê pêk hat.”
Meclisê di daxuyaniyê de di kesayeta şehîd Evîn Goyî û hevalên wê de tevahî şehîdên azadiyê bi bîr anîn û soz da ku ji bo pêkanîna azadiyê û demokrasiyê şopdara rêya wan be.
Meclisa Kongra Star bang li Firansayê kir ku rastiya van sûcan eşkere bikin.
Her wiha bang li rêxistinên jinan, hiqûqî û kesayetên ku ji bo aştî û demokrasiyê dixebitin, kir ku li hemberî van sûcên li welatên demokrasî, aştî û parastina mafên mirovan rû didin, helwesta xwe zelal bikin.