Li Minbicê 4 zarokan ji ber sobeya kehrebeyê jiyana xwe ji dest dan

Li Minbicê ji ber bikaranîna sobeya kehrebê di odeyeke girtî de ku bû sedema nebûna oksîjenê 4 zarokan jiyana xwe ji dest dan û rewşa dayika wan jî giran e.

Duh danê nîvro her 4 zarokên bi navê Elî, Mihemed, Amal û Corî El Hisên dema gihiştin nexweşxaneya El Emel a li Minbicê yekser jiyana xwe ji dest dan.

Dayika zarokan Henadî El Hisên jî li nexweşxaneyê ket çavdêriya taybet.

Li gorî bijîşkan, sedema mirina zarokan xeniqandina ji ber kêmbûna oksojînê di odeyê de ye, ji ber ku sobeya kehrebê li odeyeke girtî hatiye bikaranîn.

Cenazeyên zarokan rakirin malên xizmên wan û dê îro bên veşartin.

 

Back to top button