Newroz Uysal: Tecrîda mutlaq a li Îmraliyê sûcê mirovahiyê ye

Parlamentera Partiya Demokrasî û Wekheviya Gelan (DEM Partî) ya Şirnexê Newroz Ûysal di axaftina xwe ya li ser bûdçeya Wezareta Edaletê ya li Meclîsê de, li hember tecrîda li ser Rêber Apo bertekên hişk nîşan da û got:
“Guhê xwe bidin hêz, deng û heqîqeta Abdullah Ocalan.”

Parlamentera Partiya Demokrasî û Wekheviya Gelan (DEM Partî) ya Şirnexê Newroz Ûysal di axaftina xwe ya li ser bûdçeya Wezareta Edaletê ya li Meclîsê de, li hember tecrîda li ser Rêber Apo bertekên hişk nîşan da.

Newroz Ûysal di despêka axaftina xwe de balkişand ser tecrîta mutlaq ya li îmraliyê û got:

“Tecrîda ku li Îmraliyê çavkaniya bêhiqûqiya li Tirkiyeyê ye.

Ev 25 sal in ev rewş didome û her ku diçe kêmasiya ragihandinê kûrtir dibe.

Divê şert û mercên tecrîda mutlaq ku sûcê mirovahiyê ye, ji holê bê rakirin.

Em jî li vir dibêjin ku, ji bo çareseriya rasteqîn, ji bo pêşerojeke hevpar a rast, ne bêhiqûqiyê guhê xwe bidin azadiya Birêz Ocalan hizr û ramanên Birêz Ocalan û tecrîda mutleq biqedînin.

Parlamenter Ceylan Akça: Ji bo çareseriyê divê Abdullah Ocalan azad bibe

Parlamentera Amedê ya Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (DEM Partî) Ceylan Akça jî têkildarî tecrîte axivî.

Akça destnîşan kir ku daxwaza ‘Azadî ji Abdullah Ocalan re, çareserî ji pirsgirêka Kurd re’ ya girtiyan û xizmên girtiyan di heman demê de daxwaza DEM Partiyê ye û wiha dewam kir:

“Weke DEM Partî hem ji aliyê siyasî hem jî ji aliyê hiqûqî ve em daxwaza azadiya Birêz Ocalan dikin.

Ji mafê hêviyê heta bi dema girtina Birêz Ocalan a li girtîgehê rewş û helwesteke zelal nîne.

Li aliyê siyasî jî, ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd divê tavilê karibe xwe bigihîne civakê, şert û mercên vê yekê bêne afirandin. ”

Salîha Aydenîz: Divê meclis li dijî tecrîdê bi erka xwe rabe

Parlamentera Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Saliha Aydenîz jî ji bo tecrîte axivî û got:

“Divê ev Meclis li ser tecrîdê biaxive û li dijî vî sûcê li dijî mirovahiyê înîstiyatîfê bigire

Divê ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd bi rêyên demokratîk înîsiyatîfê bigire û gavên şênber bên avêtin.

Divê ev meclis li dijî binpêkirinên li girtîgehan ku veguherîne êşkenceyê çareseriyekê peyda bike. ”

Jinên Botanê: Xwedîderketina li Ocalan erkekî mirovahiyê ye

Back to top button