Jinên Botanê: Xwedîderketina li Ocalan erkekî mirovahiyê ye

Jinên Botanê derbarê tecrîda giran kirî ya li ser Rêber Apo û grava birçîbûnê axivîn.
Jinan diyar kirin ku heta tecrîd bi dawî nebe wê têkoşîna xwe bidomînin.
Di heman demê de gotin: “Divê jin bi şev û roj qet nesekinin.”

Rêber Apo li Îmraliyê di nava şert û mercên girtin ên tecrîdê de tê ragirtin û zêdetirî 33 meh in tu agahî jê nayên girtin.

Di vê çarçoveyê de girtiyên siyasî yên li girtîgehên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê di 27’ê Mijdarê de dest bi greva birçîbûnê ya dorveger kirine.

Li pey wê jî Malbatên Girtiyan li Amed, Wan, Mêrsîn, Edene û Stenbolê çalakiyên Nobeta Edaletê dan destpêkirin.

Jinên Botanê têkildarî tecrîda girankirî ya li ser Abdullah Ocalan û azadiya wî ya fîzîkî axivîn û bertek nîşanî tecrîdê dan.

Têkildarî mijarê Azîme Tansu diyar kir ku navnîşana demokrasiyê Îmrali ye û wiha got:

”Em dixwazin ev tecrîda girankirî ya li ser birêz Abdullah Ocalan bê rakirin.

Heke ku birêz Ocalan azad bibe em hemû dê azad dibin. Heke tecrîd rabe dê aştî jî bibe.

Jina bi navê Niharîn Buruntekîn jî diyar kir ku divê jin xwedî li Rêber Apo derkevin û got;

”Divê em jin bi şev û roj nesekinin. Rêber Apo ji bo azadiya jinan têkoşiya, divê jin jî ji bo wî têbikoşin.”

Jina bi navê Meryem Fîdan jî xwest ku tu kes li hemberî tecrîdê bêdeng nemîne.

Derheqê mijarê de Ayşe Tokay jî got ew dixwazin tecrîd bê şikandin û ev tişt anî ziman:

”Em naxwazin zarokên me di greva birçîbûnê de bimirin. Divê tecrîda li ser rêber Apo rabe.

Heta ku ev tecrîd hebe dê zarokên me greva birçîbûnê de bin.

Em naxwazin cenazeyên zarokên me ji me re bên.

Em dixwazin her kes bi destê hev bigire û li dijî tecrîdê rabe ser pêyan.”

Ji Nobeta Edaletê peyam: Bila daxwazên me bên bicihanîn

Li Amedê jî weke li gelek bajaran piştî greva birçîbûnê ya li girtîgehan Nobeda Edaletê hat destpêkirin.

Sema Sûmbûl a ji bo piştgiriyê beşdarî Nobeda Edaletê ya Amedê bû, banga tevlîbûnê li her kesî kir û got:

”Ji bo em dengê xwe bilind bikin pêwîste em piştgiriyê bidin hev.

Îro dema Kurdan e, cîhan bêyî Kurdan rizgar nabe. Em azadiya Rêberê xwe dixwazin.”

Fevziye Kolakan, dayika girtiyê siysî jî hemû girtî silav kirin û banga berdana hemû girtiyan kir.

Umît Bîçer: Divê tekîldarî tecrîdê gavên mayînde bên avêtin

Pisporê Tiba Edlî ku Prof. Dr. Umît Bîçer ku Endama Lijneya Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV) jî tecrîd şermezar kir û got:

Tecrîd ji aliyê bedenî û rûhî ve bandoreke neyînî li ser tenduristiya mirovan dike

Li gor qanên DMME’yê jî tecrîj şêwazeke êşkence û muameleya xirab e”.

Back to top button