Çalakiya nobeta edaletê bi biryardariya dayikan didome

Li Wan, Amed, Mêrsîn, Edene û Stenbolê gel bi nobeta Edaletê dibin dengê girtiyan.
Çalakvanên jin yên di Nobeta Edaletê de ne dibêjin, daxwaza me ya sereke rakirina tecrîda li Îmraliyê ye ji ber rêya azadiyê ji Îmraliyê derbas dibe. Dayikan, bang li gelên cîhanê kirin ku deng û daxwazên girtiyan bibihîzin.

Li 106 girtîgehên Tirkiyê û Bakurê kurdistanê bangên azadiyê ji bo rêber Abdulah Oclan didomin.

Li derve jî nobeta Edaletê ya li Wan, Amed, Mêrsîn, Edene û Stenbolê bi israr û biryardariyeke xurt didome.

Xwişka Mazlûm Dogan Serap Dogan: Divê her kes tevlî pêvajoyê bibe

Xwişka yek ji pêşengên tevgera azadiyê Mazlûm Dogan, Serap Mûtlû Dogan ji bo bîhistina deng û daxwazên girtiyan tevlî li nobeta edaletê bûye.

Serap Dogan destnîşan kir ku sedema tecrîdkirina Rêber Abdullah Ocalan daxwaza desthilatê ya berdewamkirina şer e û got:

“Heke birêz Abdullah Ocalan biaxive dê pêvajoyeke dest pê bike.

Ji ber vê yekê tecrîdê didomînin.

Heke ev çalakî nebin dê zext û zilm zêdetir bibin.

Divê her kes rabe tev li vê pêvajoyê bibe.

Dayîka 73 salî Meyaser Akdag: Ez dev ji têkoşînê bernadim

Meyaser Akdag a 73 salî jî yek dayikên ji Êlihê tê Amedê û tev li çalakiya nobetê dibe, tevî temenê xwe yê dirêj ji serkeftinê bawer e û dibêje:

“Em tevî emrê xwe ji bo aştiyê tên vê derê. Ji bo ku êdî mirov nemirin… Êdî em naxwazin ji girtîgehan cenaze derbikevin.”

Dayikên Amedê: Heta Rêber Apo azad nebe em azad nabin

Dayikên ku zarokên wan di greva birçîbûnê de ne jî tevlî li nobetê bûne.

Dayikan gotin, heta rêber Apo azad nebe em azad nabin.

Di Nobedên Edaletê de berxwedana girtiyan hate silavkirin

Back to top button