22 roj in agahî ji Silêman Ehmed tune ne

Ev 22 rojin agahî ji rojnamevan Silêman Ehmed yê ji aliyê PDK’ê ve hatiye revandin nayê wergirtin.
Her ku diçe guman û fikarên li ser jiyana Silêman Ehmed zêde dibin.

Edîtorê beşa Erebî ya ajansa ROJNEWS’ê Silêman Ehmed, ji 25’ê Cotmehê ve dema xwest di ser deriyê Pêş Xabûr Sêmalka re derbasî Başûr bibe, ji aliyê hêzên PDK’ê ve hat revandin.

Ev 22 rojin agahî jê nayê girtin.

Nerazîbûnên li hemberî revandina rojnamevan Silêman roj bi roj zêde dibin.

Tevî hemû bangan jî PDK û rayedarên herêmê bêdengin.

Silêman Ehmed ‘ne ji ber karê wî yên rojnamevaniyê û bi eşkere gefa cezakirinê li rojnamevan Silêman kirin û îtiraf kirin ku wî revandine.

Ajansa Rojnewsê daxwaz dike ku aqûbeta endamê wan Silêman Ehmed di zûtirîn dem de were eşkerekirin û ew bê berdan.

PDK’ê Silêman Ehmed revan û 21 rojin agahî jê nayê girtin

Back to top button