Li bajarokê Wertê yê Başûrê Kurdistanê cotkaran dest bi çandina tirî kirin

Li bajaroka Wertê ya girêdayî herêma Balekayetî ya başûrê Kurdistanê piştî bi dawiya demsala berhemê tirî, hinek cotkar dest bi kezaxtina rezan kirin û hinek jî dihêlin Biharê.
Li Balekayetî jî hinek welatî dest bi kezaxtina fêkiyên xwe kirin.

Welatiyê bi navê Hesen Îsmaîl yek ji cotyarên Wertê ye, ev nêzî 30 salin karê kezaxtinê dike.

Hesen Îsmaîl diyar dike ku di payîzê de tirî ji rez têne derxistin û belkên fêkiyan weriyan, divê çinîn pêk were.

Hinek ji xwediyên rezan karê kezaxê di Biharê de dikin, hinek jî di Payîzê de.

Hesen destnîşan kir ku kezaxtina fêkiyan di Payîzê de baştire ji Biharê û got:

“Dara fêkî ya ku di payîzê de ji hev cuda tê birîn, hişktir e, di Biharê de bêtir li xwe dide û berhemê wê baştire.”

Hesen Îsmaîl ragihand ku xaka herêma wan ji bo çandiniyê dewlemende.

Ji ber wê rûbereke mezin ji herêma Wertê ya li binê Çiyayê Karox rez in.

Back to top button