Mûstafa Karasû: Tecrîd berdewamiya polîtîkayê qirkirinê ye

Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Mistefa Karasû ji televizoyana Medya Haberê re tecrîda li ser Rêber Apo û hevkariya PDK a bi Tirkiyê re nirxand.
Karasû diyar kir tecrîda li Îmraliyê li ser bingeha qirkirina li dijî gelê Kurd tê meşandin û banga mezinkirina têkoşîna ji bo azadiya Rêber Apo kir.
Li ser hevkariya PDK’ê jî Karasû anî ziman PDK derfetên nû ji bo dewleta Tirk diafirîne û bang li hemû aliyên Kurdistanî kir ku li dijî kirinên PDK’ê bejin êdî bes e!

Tecrîda girankirî a li dijî Rêber Apo, tekoşîna li dijî vê yekê û hevkariya PDK’ê a bi dewleta Tirkiyê re…

Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Mûstafa Karasû ev mijarên sereke ji Medya Haberê re nirxand.

Mistefa Karasû diyar kir ku tecrîda ku li Îmraliyê li ser esasê polîtîkaya qirkirinê tê meşandin û got:

Çawa ku zextek giran li ser gelê Kurd tê kirin, hewl tê dayîn ku Rêber Apo jî were bêdengkirin.

Hemû biryarên desthilata Tirkiyê a faşîst ên ji bo tecrîdê, Karasû weke hincetên derew destnîşan kir û wiha got:

Tecrîd bi temamî nîşaneya polîtîkaya li Tirkiyê ye.

Divê mirov tecrîdê li wir tenê weke tecrîdekî fêm neke.

Bi meyzandina li wir, em dikarin polîtîkaya li Tirkiyê ya hem li dijî gelê Kurd û hem jî li dijî hêzên demokrasiyê fêm bikin.

Bi domdarî Karasû bal kişande li ser têkoşîna gelê Kurd û dostên wan a ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo.

Karasû: Têkoşîna ji Rêber Apo re azadî, bûye têkoşîneke îdeolojîk

Karasû bi lêv kir îro têkoşîna gelê Kurd gihiştiye asteke navneteweyî û ev tişt anî ziman:

Li gelek deverên cîhanê hêzên demokrasiyê beşdarî pêngava ji Rêber Apo re azadî dibin.

Di şexsê Rêber Apo de têkoşîna pêşxistina azadiya gelan didin.

Ji vî alî ve têkoşîna ji bo azadiya Rêber Apo tê meşandin, êdî bûye têkoşîneke îdeolojîk.

Karasû hemû hêz û kesên beşdarî pêngavê bûne silav kir û banga mezinkirina têkoşîne kir.

“Ji Sibata 2011’an ve li dijî dewleta Tirkiyê şerekî mezin tê kirin”

Mistefa Karasû qala şerê li Herêmên Parastina ên Medyayê û hevkariya PDK’ê a bi dagirkeriya Tirkiyê re kir.

Karasû bi bîr xist ji Sibata 2011’an ve li dijî dewleta Tirkiyê şerekî mezin tê kirin û ev yek got:

Dewleta Tirk hemû derfetên xwe yên şer; hêza navneteweyî, hevkarên herêmî û Kurdên hevkar bi kar anî û lê encam negirtiye.

Gerîla bi şerê tûnelan û şerê tîmên bi tevger bersiva êrîşên dewleta Tirk dide. Ev hêzeke gelekî girîng a berxwedanê ye.

Vê têkoşînê rastiyeke gel û civakê afirand.

Karasû: PDK derfetên nû ji bo dewleta Tirk diafirîne

Li dijî berxwedana gerîla Karasû bal kişande li ser piştgiriya PDK a ji dewleta Tirkiyê re û wiha domand:

PDK ji xwe her cure alîkariyê dide dewleta Tirk.

Niha derfetên nû ji bo dewleta Tirk diafirîne da ku li herêmê serwer bibe.

Karasû: Divê aliyên Kurdistanî ji PDK’ê re bêjin “êdî bes e”

Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Mûstafa Karasû di dawiyê de bang li hemû aliyên Kurdistanî kir ku li dijî kirinên PDK’ê helwestê raber bikin û bejin êdî bes e!

Back to top button