Artêşa Tirk gundên Şehba û Minbicê topbaran kir, di êrişa li dijî Minbicê de 2 zarok hatin kuştin.
Beriya saetekê artêşa dewleta Tirk gundê Um Qura yê Şehbayê topbaran kir.
Dagirkeran gundên Minbicê topbaran kir, 2 zarok şehîd bûn
Doh jî heman artêşê gundê Ereb Hesen ê bakurê Minbicê bi dijwarî topbaran kir.
Navenda Ragihandinê ya Meclisa Leşkerî ya Minbicê eşkere kir ku di encama êrişê de 2 zarok şehîd bûn.
Hat ragihandin zarokên ku şehîd bûne, Mihemed Ebdulletîf yê 13 salî û Ehmed Fuad Hec Hisên yê 12 salî ne.