Tora Nûçeyan a Erebistana Siudî eşkere kir ku roja 9’ê Tîrmehê yekem roja Cejna Qurbanê ye.
Tora Nûçeyan a Erebistana Siudî bi rêya Twitter ragihand
li Şanenişîna Erebistana Siudî heyv hat dîtin.
Û ji ber vê yekê jî sibe yekemîn roja meha Zilhîceye ango Meha Qurbanê ye.
Her wiha eşkere kir roja 9’ê Tîrmehê jî yekem roja Cejna Qurbanê ye.
Li aliyê din Wezareta Ewqafê ya Başûrê Kurdistanê jî ragihand, roja 9’ê Tîrmehê yekem roja Cejna Qurbanê ye.