Partiya Çep: Nabe ku qedera Swêdê di destê destpotekî mîna Erdogan de be

Lihevkirina di navbera Tirkiyê û Swêdê ya ji bi endametiya NATO’yê, hişt ku nerazîbûn li hemberî hukûmeta Stockholmê zêde bibin.
Wezîra Karê Derve Ann Linde îdîa ya ku wan bi ti awayî stûyê xwe li hemberî Erdogan netewandiye.
Partiya Çep hişyar kir ku pir xetere dema qedera Swêdê li ber destê destpotekî mîn Erdogan be.
Parlementera Kurd Emîne Kakabawe jî lihevkirin weke “rojeke reş” binav kir.

Piştî mohrkirina peymana li gel Tirkiyê, nerazîbûnên li dijî hukûmeta Swêdê zêde bûn.

Bi taybet jî yên civak û muxalefeta vî welatî.

Lîdera Partiya Çep Nooshi Dadgostar (Noşî Dadgosta) têkildarî peymanê daxuyaniyek da û got;

Me berê hişyarî kiribû ku eger siyaseta ewlekariya ya Swêdê teslîmî destpotekî mîna erdogan bê kirin, wê ev xeter be.

Niha Tirkiyê hewl dide êrişî xaka Sûrî bike û li vir a girîng ew e,

Gelo Swêd di van êrişan de wê çekan bide Tirkiyê an na?

Gelo wê kîjan siyasetvanên muxalif radestî Tirkiyê bike?

Partiya Keskan: Helwesta hukûmeta rê li ber fikaran vekir

Partiya Keskan jî ku ji derve destekê dide hukûmetê nerazîbûn nîşan da.

Hevseroka Partityê Marta Stenevî bang li wezareta karê derve kir da ku pirsên têkildarî peymanê eşkere bike û got;

Bi taybet di mijara firotina çekan ji bo Tirkiyê û her wiha radestkirina kesên muxalif, fikar zêde ne.

Emîne Kakabawe: Mohrkirina peymanê ji bo Swêdê rojeke reş e

Parlementera Kurd Emîne Kakabawe jî mohrkirina peymana di navbera Swêd û Tirkiyê de weke “rojeke reş” binav kir û got;

Siyaseta ku ji aliyê hukûmetê ve hatî şopandin, dijberê aştî û demokrasiyê ye.

Ev yek di dikare bibe sedem ku mijara baweriya bi wezîra karê derve Ann Linde careke din were rojevê.

Ann Linde: Me stûyê xwe li hemberî Erdogan netewand

Di vê navberê de şefa siyaseta derve a Swêdê ku di hedefa nerazîbûnan de ye Ann Linde hewl da helwesta hukûmeta xwe rast nîşan bide.

Linde îdîa kir ku wan bi ti awayî stûyê xwe li hemberî Erdogan netewandiye û got;

Divê Kurd bizanibin ku bi vê peymanê re wê mafê wan neyên binpêkirin.

Di mijara daxwaza Tikriyê ya radestkirina kesên muxalif jî Linde got;

Heta ku ji sedî sedî neyê piştraskirin ku ew kes beşdarî xebatên “terorê” bûne, em ê ti carî bi radestkirina wan a ji bo Tirkiyê razî nebin.

Back to top button