Dewleta Tirk a dagirker li Bakurê Kurdistan tecrîdeke giran li ser dîlgirtiyên azadiyê dimeşîne.Girtiyên girtîgeha Sîncan a ku li bajarê Enqerê ye, li dijî êşkence û bêmafiyên ku girtîgehê diqewimin gireva birçîbûnê ya bêdawî û dorveger dan destpêkirin.
Girtiyên siyasî yên ku di girtîgeha ewlehiya bilind a Sîncanê de dimînin bi rêka malbatên xwe ragihandin ku wê îro dest bi gireva birçîbûnê ya bêdem û dorveger bikin.
Girtiyê bi navê Îsmet Karak di hevdîtina bi malbata xwe re diyar kir rêveberiya girtîgehê bersivê nade daxwazên wan û êşkenceya li ser wan zêdetir kiriye.
Girtî diyar dikin ku mafê wan ê nîqaş, werzîş û hevdîtina bi girtiyên din hatiye rakirin, êşkence li girtiyan tê kirin, ji ber wê ew dest bi vê çalakiyê dikin.
Her wiha agahiyeke êşkenceyê jî li girtîgeha navçeya Panos a bajarê Agiriyê hat.
Hate ragihandin ku girtiyê bi navê Zulkuf Kaya ku dema li Girtîgeha Tîpa L a Panosê ji bo xwe dermankirinê diçe doktor ji aliyê 20 gardiyanan ve hatiyê êşkencekirin.