Dewleta Tirk a dagirker îro bi dronekê êrişî gundek yê navçeya Silokê topbaran kir.
Îro di saetên danê nîvro de dewleta Tirk a dagirker bi dronekê gundê Esîlim ê navçeya Silûkê bombebaran kir.
Her wiha di encama vê topbaranê de 2 welatiyên bi navên Horiya Ayid El Dahir a 35 salî û hevjînê wê Hisên Hemûd El Mihemed yê 45 salî ku di nava zeviyên xwe yên çandiniyê de kar dikirin, birîndar bûn.
Li gorî agahiyên ku nûçegihanên me dayîn rewşa Hisên El-Mihemed girane.