Ji bo şehîd Amed Enteriyê sersaxî hat xwestin

Îro cenazeyê Şervanê QSD’ê Kadar Îsa ‘Amed Enteriyê’ bi merasîmeke bi heybet li goristana şehîd Delîl Saroxan hate oxir kirin.

Li ber mala şehîd ya li taxa Enteriyê ya Qamişlo konê sersaxiyê hat vedan.

Endamên saziyên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk, saziyên civaka sivîl, Hêzên Asayîşê û şervanên YPG’ê û YPJ’ê jî di nav de, bi sedan şêniyên bajarê Qamişlo û gundên wê herikîn bin kon.

Di bin kon de soza şopandina rêya şehîdan heta pêkanîna armancên wan hat dayîn.

Qamişlo-Şehîd Amed Enteriyê bi merasîmekê hate oxirkirin

Back to top button