
Li herêma Cakarta ya Endonezyayê ji ber barana zêde, rabûna lehiyê û şemitîna erdê, herî kêm 43 kesan jiyana xwe ji dest dan.
Ji ber barana zêde ya dawiya salê li herêma Cakarta ya ku nifûsa wê 30 milyon mirov e lehî rabû û hin tax di nava avê de man.
Gelek avahî ziyan dîtin û wesayit li ber avê çûn.
Li gorî rayedaran hejmara kesên jiyana xwe ji dest dan gihîşt 43 kesî û nêzî 10 kes jî winda ne.
Ji ber lehiyê bi qasî 400 hezar kes jî hatin veguhestin û li stargehan hatin bicihkirin.
Piştî demekê ji gelek herêman av vekişiya û ji nû ve elektrîk dan gelek herêman.
Piştî lehiya li Endonezya ya sala 2013’an ku bi dehan kesî jiyana xwe ji dest da, ev kareset yek ji karesatên herî giran e.