QSD: Hezar û 306 çete hatin kuştin

Hêzên Sûriya Demokratîk QSD’ê bi daxuyaniyekê bîlançoya 2019’an eşkere kir.
QSD’ê diyar kir tenê di 3 hemên despêka sala 2019’an de zêdetirî hezar û 306 çeteyên DAIŞ’ê hatine kuştin.
Her wiha zêdetirî 29 hezar çete û malbatên wan yên ji welatên cuda yên cîhanê hatine binçavkirin.
QSD’ê ragihand ku di encama şer û berxwedaniya li dijî dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê de 256 şervanên QSD’ê şehîd bûne.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya Hêzên Sûriya Demokratîk QSD’ê bi daxuyaniyeke nivîskî bîlançoya sala 2019’an bi raya giştî re parve kir.
QSD’ê diyar kir ku hêzên wan di 2019’an de li dijî çeteyên DAIŞ’ê serkeftinek mezin bidest xistine û wiha got:
“Hêzên me di sala 2019’an de rêxistina terorî ya DAIŞê têk bir û dawî li serweriya wê ya koledar anî.
Ji bo parastina aramî û ewlehiya herêmê û niştecîhên wê, QSD’ê bi erka xwe ya parastina rewa li hemberî her cûre êrîş, komplo, dagirkerî û terorê rawestiya.
Di 23’ê Adarê de, li gundê Baxoz a bi ser parêzgeha Dêre Zorê, rêxistina terorê a DAIŞ’ê bi temamî hat paqijkirin.
Bi vî awayî serdemek dirêj bi dawî bû û li herêmê aramî serwer bû.”
QSD’ê têkildarî encamên şer û operasyonên ku hêzên wan di nava salê de li dijî çeteyên DAIŞ’ê pêk anî jî bi van daneyan eşkere kir:
Li herêma Dêre Zorê, bajarokê Hecîn û derdorê wê hatin rizgarkirin.
Di şerê 3 mehan de bi kêmanî hezar û 306 çete hatin kuştin.

BÎLANÇOYA 2019’AN
QSD: ZÊDETIRÎ 29 HEZAR 600 ÇETE Û MALBATÊN WAN HATINE GIRTIN
Zêdetirî 29 hezar 600 çete û malbatên wan yên ji Iraq, Sûrî û welatên din yên cîhanê hatin girtin.
7 hezar kîlometre çargoşe xak ji çeteyan hat paqijkirin.
Hêjmarek zêde çek, cebilxane û amûrên pêwendiyê ketin destê şervanên QSD’ê.
Bi zêdetirî 40 operasyonên antî-terorê, pêşî li hin hewldanên komkujî û êrîşan hatin girtin.
Bi 4 çalakiyên li dijî şaneyên veşartî yên girêdayî MIT’a Tirk, pêşî li hewldanên têkbirina aramiya herêmê hat girtin.
QSD’ê diyar kir ku di encama hevkariya hêzên wan, Hevpeymaniya Navdewletî û Emerîkayê de serçeteyê DAIŞ’ê Ebû Bekir El Bexdadî hate kuştin.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya QSD’ê da zanîn ku di encama van operasyon û têkoşîna li dijî çeteyên DAIŞ’ê de 256 şervan şehîd bûn.

Leave a Reply

Back to top button