HPG: Li girê konferansa mezin 7 leşkerên Tirkiyê hatin kuştin

Gerîlayên YJA Starê, di çarçoveya Pêngava Şoreşger a Cenga Heftanînê de çalakiyek pêk anîn.

Di encama çalakiyê de 7 leşkerên dewleta Tirk a dagirker hatin kuştin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG’ê derbarê çalakiya gerîlayên YJA Starê de daxuyaniyek da.

HPG’ê diyar kir ku 2’ê Çileyê gerîlayên YJA Starê li Girê Konferansa Mezin çalakiyek pêk anîn û di encamê de 7 leşkerên artêşa Tirk a dagirker hatin kuştin.

Li gorî daxuyaniyê piştî çalakiyê artêşa dagirker bi helîkopterên Skorskyê xwest kuştî û birîndarên xwe rake.

Lê Hêzên YJA Starê li helîkopteran jî reşand û neçar kirin ku ji qadê dûr bikeve.

HPG’ê diyar kir ku heman rojê balafirên şer ên artêşa Tirk a dagirker qadên Kanûşka a herêma Zapê, qada Kartalê ya herêma Avaşînê û qada Geliyê Pîsaxa a herêma Heftanînê bombebaran kirin.

HPG ragihand ku li herêma Avaşînê di encama bombebaranê 2 gerîla şehîd bûn û ew ê piştre nasnameya herdû gerîlayan eşkere bike.

Leave a Reply

Back to top button