Çeteyên Daiş’ê du bira revandibûn piştî dayîna 70’ê hezar dolarî hatin beradan

Beriya 15 rojan çeteyên DAIŞ li gundê Duracî yê Germiyanê, 2 bira girtibûn. her du bira beramberî 70’ê hezar dolarî hatin berdan.

Hêmin û Qane yên birayê hev li bajarokê zinane yê Germiyanê ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê hatin revandin.

Ji bo berdana wan, çeteyan ji malbatê 70’ê hezar dolar xwestin.

Îro piştî ku malbatê 70’ê hezar dolar da çeteyan, herdu bira hatin berdan.

Di demên dawî de çeteyên DAIŞ’ê li derdora Kerkûk û Herêma Germiyanê gelek belav bûne.

Çete welatiyan direvînin û daxwziya pere li malbatên wan dikin.

Back to top button