Qurbanên virusa corona li Çînê, ji hezar û 500î derket hezar û 665 kesî.
Komîteya Niştimanî ya Tenduristiyê ragihand ku ji duh heya îro 142 kesên din jiyana xwe ji dest da û bi vê yekê jimara qurbanên coronayê li sernserî welêt gihaşt hezar û 665 kesî.
Roja Yekşemê jî, li parzêgehê Huobiyê bixwe 139 kes mirin.
Her wekî, duh jî 2 hezar û 9 kes pê ketin û jimara wan digihêje 68 hezar û 500 kesî.