Amerîkayê diyar kir ku ji erkên wê yên sereke di dema pêş de, parastina tengava Hurmuz û misogerkirina ewlehiya kendavê be.
Wezîrê Derve yê Amerîkayê, Mike Pompeo, di Kongreya Munich ”Munix” a Ewlehiyê de axivî û destwerdana Îranê li Iraq, Lubnan û Sûriyê şermezar kir.
Mike Pompeo, teqez kir ku Îran ji bo berjewendiyên xwe ciwanên Iraq û Lubnanê bi kar tîne û ji bo wê jî wê Amerîka parastina tengava Hurmuzê bike û ewlehiya kendavê misoger bike.
Pompeo destkeftiyên Amerîka yên ewlehî û leşkerî yên dijberî DAIŞ û Îranê bi bîr xist.
Wezîrê Derve yê Amerîkayê, Mike Pompeo, destnîşan kir ku Amerîkayê şerê DAIŞ`ê û fikirên wê yên radîkal kir û bi serkeftî Ebû Bekir El-Bexdadî tune kir.