ÇETEYÊN DEWLETA TIRK 12 SIVÎL JI NAVÇEYA ŞIYÊ YA EFRÎNÊ REVANDIN

Kirin û binpêkirinên dewleta Tirk li Efrînê her diçin zêdetir dibin, nemaze revandina sivîlan û xwestina fîdiyayan li hember serbestberdana wan.
Çeteyên dewleta Tirk a dagirker 13 kes ji navçeyên Şiyê û Mabata yên Efrînê revandin.
Her wiha talankirina malan û firotina alavên wan li sûkên Ezazê jî didome.

 

Roj bi roj bidestekdayîna bêdengiya cîhanê, dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê binpêkirinên xwe yên der mirovî li Efînê dewam dike.

Çavkaniyeke herêmî ji navçeya Şiyê diyar kir ku çeteyên Lîwa Saed bîn Weqas 12 kes ji gundên Enqelê û Senerê yên navçeya Şiyê ya Efrînê revandin.

Navên kesên hatine revandin, wiha ne:

Hesen Emed Elî
Mihemed Hec Ehmed
Mihemed Hikmet Abidîn
Bangîn Îbrahîm Ebdo
Nîdal Silêman Umer
Hesen Reşîd Cirko
Elûş Mihemed Cirko
Zîbarî Elî Mihemed
Henan Mihemed Ehmed
Mustefa Qaziqilî Umer
Mihemed Bekir Xoce û Mihemed Arif.

Çavkaniyeke din ji navçeya Mabata teqez kir ku çeteyên ”Semerqend” şêniyên ji gundê Dala yê navçeya Mabata revand.

Her wiha çavkaniyek ji navenda bajarê Efrînê ragihandin ku çeteyên artêşa Tirk a dagirker deriyên malên sivîlan rakirin, dizîn û li sûkên Ezaz û herêmên di bin dagirkiriya Tirkiyê de difiroşin.

ÇETEYÊN BI NAVÊ ”SIQÛR EL-ŞÎMAL” DARÊN NAVÇEYA ŞERAYÊ QUT KRIIN

Li rex binpêkirinên derheqê sivîlan de, binpêkirinên li dijî xwezaya Efrînê jî didomin.

Çeteyên bi navê ”Siqûr El-Şîmal” li gundê Diraqlîo ya navçeya Şerayê bi dehan darên zeytûnan ku temenê wan bi hezaran sal in qut kirin.

Leave a Reply

Back to top button