Rûsya hîn zêdetir leşkeran dişîne sînorê Ûkrayna

Rûsya êdî ji bo dagikirina Ûkrayna amade ye. Herî dawî Rûsya 14 tabur leşkerên nû şand sînorê Ûkrayna. Bi hêza ku li sînorê Kîevê kom kirî re dagirkirina wê genaze. Bêrîtanya ji bo rewşê ketiye alarmê. Putin, agahiyên dawî ji wezîrên xwe yên parastin û karên derve girt. Serokomarê Ûkrayna Zelensky 16’ê Sibat weke “Roja Yekîtiyê” binav kir û banga vegerê li Ûkrayniya kir.

Destê Ûkrayna li ser dilê wê ye û rojên herî dirêj bi zorê derbas dibin.

6 roje li sînrê Kîevê tetbîqatên berî mezin yên navbera Rûsya û Belarûsya pêk tên.

Dengê tankan qet kêm nabe.

Balafir jî li asîmanên sînorê welat difirin.

Lê mîna ku ev hêza heyî jî bi têrê nake, Rûsya leşkerên nû dişîne sînorê Ûkrayna.

Li gorî The Guardian, 14 tabûrên din ên Rûsyayê ber bi Ûkraynayê ve bi rê ketin.

Hat diyarkirin ku di her tabûrê de bi qasî 800 leşker hene.

Rûsyayê beriya niha li ser sînorê Ûkraynayê 100 tabûrên leşkeran bicih kiribûn.

Pisporên şer jî dibêjin ji bo dagirkirina Ûkrayna ev jimar bi têrê dike.

Wezîrên Brîtanî di wê baweriyê de ne ku tevî hemû tevgerên xwe jî, Serokê Rûsyayê Vladimîr Putin derbarê dagirkirinê de biryara dawî nedaye.

Johnson geşta xwe di nîvê de hişt û civînek awerte pêk anî

Lê her ku avakirina leşkeran mezin bû, Serokwezîrê Brîtanya Boris Johnson serdana xwe ya Cumbria kurt kir û civînek awarte pêk anî.

Brîtanya di wê baweriyê de ye ku Rûsyayê ji sedî 60 hêzên xwe yên bejayî bi cih kiriye û hêza xwe ya hewayî li herêmê du qat zêde kiriye.

Li gorî London, ev tevger dikarin krîzê hîn bêtir dirêj bikin.

Şoygu û Lavrov agahiyên dawî bi Putin re parve kirin

Hemwextî van bûyeran Serokê Rûsya Putin bi Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov û Wezîrê Parastinê Sergey Şoygun re hevdîtin cuda pêk anî.

Putin piştî ku ji Lavrov der barê gavên dîplomatîk de agahî girt, paşê raporek li ser tetbîqatên leşkerî ji Şoygu wergirt.

Rûsya: Beşek ji leşkerên tetbîqata xwe bi dawî kirîn vegeriyane cihên xwe

Wezareta Parastinê ya Rûsyayê ragihand ku hin yekîneyên leşkerî yên ku di çarçoveya tetbîqatan de erkên xwe bi dawî kirine, dest bi vegera li baregehên xwe kirine.

Zelensky bang li kesên ji welat derketî kir ku vegerin

Di demekê ku Rûsya hesabên xwe yên dawî di ber çavan re derbas dike, Kîev jî hewl dide xwe komî serhev bike.

Serokomarê Ûkraynayê Volodymyr Zelensky 16’ê Sibatê ya ku tê îdiakirin roja ku Rûsya wê dest bi dagirkirina Ûkrayna bike, “Roja Yekîtiyê” û betlaneya fermî ragihand.

Wezîrê Parastinê yê DYA Austin serdana rojhilatê Ewropa dike

Berdevkê Wezareta Parastinê ya Amerîkayê (Pentagon) John Kirby ragihand ku Wezîrê Parastinê Lloyd Austin wê biçe Polonya û Lîtvanyayê.

Kirby diyar kir ku Austin wê bi serkirdeyên welatan û hevpişeyên xwe yên li Polonya û Lîtvanya re bicive û teqez li ser pabendbûna Amerîka bi van her du hevpeymanên NATO yê bike.

Back to top button