Cara yekeme li Kanada qanûna rewşa awerte di meryetê de ye

Nêzî sê hefteyane, çalakiya ajokarên kamyonetan li Kanada jiyanê asteng dike. Tevî hemû hişyarî û bangên hikumetê, lê hîna çakakî bi dawî nebûye. Hikumeta welat çalakiyê bi dagirkiriyê binav dike. Piştî salên 1988’an yekem care, li welat Qanûna rewşa Awerte dikeve meryetê. Li welat rewş aloze.

Serokwezîrê Kanadayê Justin Trudeau bi Cîgira Serokwezîr Chrystia Freeland, Wezîrê Ewlehiya Giştî Marco Mendicino, Wezîrê Dadê û Serdozger David Lametti û Wezîrê Amadekariya Rewşa Lezgîn Bill Blair re civîneke çapemeniyê li dar xist.

Justin Trudeau diyar kir ku di dîroka Kanadayê de cara yekeme hukûmeta federal Qanûna Rewşa Awarte dixe meryetê.

Ev yek jî bi armanca dawî anîna çalakiyên li dijî qedexeyên vîrûsa Corona pêk tê.

Trudeau got, “Ev êdî ne protestoyek qanûnî ya li dijî siyaseta hukûmetê ye. Ev dagirkeriyek neqanûnî ye.”

Serokwezîr anî ziman ku Qanûna Awarte bêtir amûran dide polîsan da ku rêzê li cihê çalakiya neqanûnî û xeternak pêk tê biparêze.

Her wiha destnîşan kir ku derxistina qanûnê wê di heman demê de rê bide hikûmetê ku karûbarên bingehîn pêk bîne.

Ev yek jî mîna rakirina kamyonên ku trafîkê felc dikin.

Justin Trudeau ji bo çalakiya ajokarên kamyonetan “Dagirkirina kolan, tacîzkirina mirovan û binpêkirina qanûnê” binav kir.

Qanûna Rewşên Awarte hêz dide ku deverên krîtîk ên wekî deriyên sînor û balafirgehan nas bike û ewle bike.

Dema ku lijneya wezîran Rewşa Awarte îlan bike yekser dikeve meriyetê û ji bo erêkirinê divê di nav 7 rojan de li parlamentoyê were erêkirin.

Ger Meclisa Gelan an jî Senato li dijî pêşnûmeyê deng bidin, ragihandina rewşa awarte tê betalkirin.

Qanûna Rewşên Awarte bi giştî di rewşên karasatên xwezayî, û senaryoyên aweerte yên navnetewî de, hêzê dide serokwezîr û kabîne ya wî.

Ya ku heya salên 1980’an li Kanada wekî Qanûna Tedbîrên Şer dihat zanîn, 1988’an, bi navê Qanûna Rewşên Awarte hat guherandin.

Ji wê demê heta niha yekem care ev qanûn wê bikeve meryetê.

Back to top button