ÎRAN JI BO LIHEVKIRINÊ, 60 ROJÊN DIN DIDE WELATÊN EWROPAYÊ

Weke derfetek dawî.. Îran demeke din dide Ewropayê da pabendiyên xwe yên nuklerî pêk bîne. 

Alîkarê wezîrê derve yê Îranê Ebas Iraqçî ragihand ku wê Îran 60 rojên din bide aliyên Ewropî yên cihê xwe di lihevkirina nuklerî de digirin.
Iraqçî got:
Ev herdu meh wê derfetê bidin welatên Ewropî da pabendiyên xwe yên lihevkirinê pêk bînin, eger vê yekê pêk neynin em ê qeseya hilberîna uranyomê ya diyarkirî derbas bikin.
Roja Çarşemê jî serokê Îranê Hesen Rûhanî ragihandibûn ew ê uranyomê ji qaseya berê hîn bêhtir bilindtir bike.
Li ser wê daxuayniyê jî gelek bertekên nerazîbûnê derketin holê.
Ji bo çareserkirina vê aloziyê, Fransa di nava hewldanan de ye.
Li gorî ofîsa serokatiya Fransî, serokê Fransî Immanuel Macron û hevkarê wî Rûhanî di rêya telefonê re ev alozî nîqaş kirin.
Ofîsê diyar kir ku herdu alî li ser mercên çareserkirina vê aloziyê li hev kiriye.

 

Leave a Reply

Back to top button