Luqman Ehmê: Tirkiye û hikûmeta Şamê piştgiriya êrişan dikin

Luqman Ehmê, Berdevkê Rêveberiya Xweser berpirsên van êrişên DAIŞ’ê hikumeta Şamê û dewleta Tirk dibîne û dibêje armanca wan têkbirina Rêveberiya Xweser e. Hevserokê Meclisa Qanûnsaz a Herêma Cizîrê Hikmet Hebîb jî banga avakirina dadgeheke navneteweyî kir.

Berdevkê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûrî Luqman Ehmê li ser êrişên DAIŞ’ê ji ANF’ê re axivî.

Luqman Ehmê da zanîn ku ne tenê dewleta Tirk, hikûmeta Şamê jî hevkariya DAIŞ’ê di vê êrişê de dikin Û got armanca wan têkbirina Rêveberiya Xweser e.

Berdevkê Rêveberiya Xweser bi bîr xist ku wan gelek caran banga avakirina girtîgehan ji van çeteyan re kirine û got: “Paşguhkirina van bangan bû sedema vê rewşa aloz.”

Dawiyê, Luqman Ehmê teqez kir ku reva çeteyan ji girtîgehê wê xeteriyê li ser cîhanê tevahî çêke û bang kir.

Hikmet Hebîb: Êriş plankirî ye û destê Tirkiyê jî tê de heye

Hevserokê Meclisa Qanûnsaz a Herêma Cizîrê Hikmet Hebîb jî diyar kir ku ev êriş plankirî ye û got:

“Êrişên li dijî girtîgeha Sîna a Hesekê ne êrişeke sivik e. Ev êriş plankirî ye û destê dewleta Tirk jî têde heye.

Armancgirtina erebeyên hêzên Asayîşê yên Til Temirê ji aliyê dewleta Tirk ve vê yekê teqez dike.”

Hikmet Hebîb civaka navneteweyî ji van êrişan berpirsyar dît û banga avakirina dadgeheke navneteweyî kir.

Back to top button