KJK’ê li dijî dorpêça li ser Mexmûrê banga têkoşînê kir

Koordînasyona KJK’ê li dijî dorpêça li ser Mexmûrê banga têkoşîneke bênavber kir û diyar kir ku dorpêç bi daxwaza dewleta Tirk hatiye kirin û divê ev tecrîd û dorpêç tavilê bên bidawîkirin.

Koordînasyona KJK’ê têkildarî dorpêça li ser kampa Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) daxuyaniyeke nivîskî weşand û got:

”Gelê Mexmûrê bi sekna xwe ya serbilind, çavkaniyeke berxwedanê ye.

2014’an li dijî êrîşên DAÎŞ’ê yên li ser Başûrê Kurdistanê, li gelek eniyan li refên herî pêş kete çeperan û li ber xwe da û şêniyên Başûrê Kurdistanê parastin”.

Şêniyên Mexmûrê zêdeyî salekê bi rengekî neheq di nava sîstemeke cezakirinê de ne, ev rewş ji aliyê Kurdîtî û mirovahiyê ve nayê qebûlkirin.

Bandora herî zêde ya dorpêçê li jin û zarokan e

KJK’ê diyar kir ku

“Ji ber vê dorpêçê, gelek jinên ducanî zarok ji ber wan çûn.

Mirovên ku nexweşiyên wan giran in jî nehatin dermankirin.

Bêkariya ji ber vê yekê jî, bandora herî giran li jin û zarokan kir”.

Dewleta Tirk di 15’ê Hezîranê de bi êrîşên asmanî êrîş birin ser Mexmûr û Şengalê û dest bi êrîşeke nû ya dagirkeriyê kir.

Helwest û daxuyaniyên PDK’ê yên li pêşberî van êrîşan, ji bo gelê me daxuyaniyên neyînî ne.

KJK’ê di dawiyê de got:

”Dorpêça li ser gelê Mexmûrê jî bi daxwaza dewleta Tirk tê meşandin.

Dema dorpêç ji aliyê yekîtiya neteweyî, welatparêzî, wijdanî û exlaqî ve bê nirxandin, divê PDK teqez dorpêçê rake”.

Em bang li partiyên siyasî yên li Başûr û parlamena wê û jinên Kurd dikin ku ji bo rakirina dorpêç û tecrîda li ser gelê Mexmûrê têkoşîneke bê navber bikin.

Back to top button