Biden bi Netanyahu re axivî: Îsraîl mafê xwe parastinê heye

Şerê li herêmê, piştperde û nêrîna cîhanê ya li ser aloziyê careke din nîşan da. Serok û Wezîrê Karên Derve yê DYA, Hemas weke berpirsyarê aloziya li herêmê destnîşan kir.

Biden got:Mafê Îsraîl yê xweparastinê heye. YE jî ji rewşa li herêmê bifikare.

Bi dijwarbûna şerê navbera Îsraîl û Filistînê re li cîhanê jî hêzên hegemûn aliyê xwe hîn zelaltir dikin.

Di demeke ku çav li Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA) bû peyamên dihatin payîn hat dayîn.

Serokê DYA Joe Biden li gel Serokwezîrê Îsraîl Benyamin Netanyahu peywendiyek telefonî encam da.

Biden di daxuyaniya li Koşka Spî dayî de li ser naveroka hevdîtinê agahî da.

Ez bihêvîme bûyerên tudiyê di demek kin de bi dawî bibe.

Lê mafê Îsraîl yê xweparastinê heye.

Bi taybet dema bi hezaran mûşek li xaka mirovan dikeve.

Ez bi hêvîme encama peywendiya li gel Netanyahu di demeke kin de derbikeve.

Blinken ji ber şerê li herêmê Hemas tewambar kir

Wezareta Karê Derve ya DYA jî li gel aliyan trafîka danûstandinan da meşandin.

Wezîrê Karê Derve yê DYA Antony Blinken li gel Netanyahu peywendiyek telefonî pêk anî.

Blinken jî heman gotinên serokê xwe Biden dubare kir û Hemas weke berpirsyarê êrîşa li herêmê destnîşan kir.

Dema mijar dibe azadî, ewlekarî, xweşî û demokrasî pêwiste mafê Îsraîl û Filistîniyan wekhev be.

Blinken: Wê li ser navê DYA Hadiy Amir bi Aliyan re bicive

Blinken dazanîn ku ji bo rewşa li herêmê û aramî pêk were wê Alîkarê Şêwirmend Hady Amir bişênin herêmê.

Amir wê li ser navê Biden û Blinken bi aliyan re bicive û daxwaza kêmkirina aloziyê bike

Bilinken bi serokê Filistînê Ebas re axivî

Her piştî vê yekê jî Blinken bi Serokdewletê Filistînê Mehmûd Ebas re axivî.

Berdevkê Wezareta Karê Derve ya DYA Ned Price di daxuyaniya çapemeniya rojane de ragihand ku aliyan li ser geşedanên dawî axivîne.

Price anî ziman ku Blinken ji bo kesên jiyana xwe ji dest dayî sersaxî li Ebas daye û wiha gotiye:

Blinken êrîşên li ser Îsraîlê şermezar kir û daxwaza kêmkirina alozî û tundiyê kiriye.

Borrell: Ewropa ji rewşa li herêmê bifikare

Dengek din ji Ewropa derket.

Rewşa li Filsitînê di rojeva Berpirsê Bilind yê Polîtîkayên Ewlekarî û Karên Derve yê YE Josep Borrell de bû.

Borrell îşaret bi aloziya navbera aliyan de kir.

Zarok jî di nav de ji ber mirin û birîndarbûna gelek sivîlan YE bifikare.

Divê tevahî hewildan ji bo pêşîgirtina li mirin û kêmkirina aloziyê be.

Back to top button