Seroka TTB Dr. Şebnem Korur Fîncanci hat girtin

Seroka Konseya Navendî ya Yekîtiya Bijîşkên Tirkiyê- TTB’ê Şebnem Korur Fîncanci, ji ber axaftinên xwe yên derbarê bikaranîna çekên kîmyawî duh hat binçavkirin û îro jî hat girtin. Şebnem Korur Fîncanci duh bi şev derbarê vê dozê de nameyekî bi riya parêzerên xwe rê kir û dibêje: “Em ê bi têkoşînê ji heqê vê kampanyaya reşkirinê derkevin”

Seroka Konseya Navendî ya Yekîtiya Bijîşkên Tirkiyê- TTB’ê Şebnem Korur Fîncanci beriya çend rojan ragihandibû ku delîl hene artêşa Tirk çekên Kîmyewî li dijî gerîla bi kar anîne û divê lêkolîn bê kirin.

Li ser van axaftinên Şebnem Fincanci, serokê AKP’ê Erdogan ew hedef nîşan da û roja 26’ê cotmehê hat binçavkirin..

Şebnem Fîncani ku li Midûriyeta Polîsan a Enqereyê dihat ragirtin, duh bi şev bi riya parêzerên xwe, peyamek şand.

Fîncanci: Em ê bi têkoşînê ji heqê vê kampanyaya reşkirinê derkevin

Fîncanciyê di peyama xwe de wiha got: “Hevrêyên min ên hêja, xemgîn im ji ber ku hûn bi rewşeke wiha ya dûrî rastiyê re rû bi rû mane.

Gava ev pêvajo qediya, em li ser delîlan civînekê çêbikin.

Em ê ji heqê vê kampanyaya reşkirinê jî derkevin û bi hev re têbikoşin.

Bi hêviya ku em bi hev re pergaleke tenduristiyê ya mirovane ava bikin. ”

Seroka TTB Dr.Şebnem Korur Fîncanci hat girtin

Îro sibhê, Şebnem Korur Fîncanci ji bo dadgehê hate şandin û dozgeriya Tirk bi idiaya “propaganda rêxistinê” kiriye, cezayê girtinê da wê û ew sewqî girtîgeha Jinan a Sîncanê hat kirin..

Back to top button