Meclisa Edaletê ya Civakî li Kobanê êrişên bi çekên kîmyawî şermezar kir

Meclisa Edaleta Civakî ya herêma Firatê û Ciwanên Dêrazorê bi çalakiyên cuda êrişên bikaranîna çekên kîmyewî ên dewleta Tirk û bêdengiya navneteweyî şermezar kir.

Meclisa Edaleta Civakî ya herêma Firatê li pêş Dîwana Edaleta Civakî ya li Kobanê li ser mijarê daxuyanî dan.

Daxuyanî ji aliyê endamê serdozgeriya giştî Nezmî Îsmaîl ve hate xwendin.

Di daxuyaniyê de hate diyar kirin ku dewleta Tirk di bikaranîna çekên kîmyewî hemû qanûnên navneteweyî bin pê dike û hat gotin,

Hêzên navneteweyî û NY’yê ji ber bêdengiya xwe şirîkên sûc û terora dewleta Tirk in..

Di dawiyê de bang li hêzên navnetewî hate kirin ku helwestê nîşanî dewleta Tirk bidin.

Li Dêrazorê bikaranîna çekên kîmyewî hat şermzar kirin

Her wiha Meclisa Ciwanên Şoreşger û Melicsa Sivîl a Dêra Zorê li dijî bikaranîna çekên kîmyewî çalakî li dar xist.

Bi dehan Ciwan, endam û nûrenên saziyan û şêniyên herêmê beşdar bûn.

Di çalakiyê de êrişên dewleta Tirk yên bi çekên kîmyewî hate şermzarkirin û piştgirîya berxwedana gerîla hate kirin.

Back to top button