KNK: Divê Kurd li hember aloziya heyî bi hestyarî gavan biavêjin

Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê encamnameya civîna xwe ya 5 vê mehê eşkere kir û plansaziya karên xwe danî. KNK’ê biryara domandina diyalogên Kurdî-Kurdî stand û bang li rêveberan kir ku li hev kom bibin. KNK’ê ji bo rewşa li Başûrê Kurdistanê jî bang li hikûmeta herêmê kir ku li hemberî xwepêşanderan tundiyê bi kar neyîne û mafê wan neçewisîne.

Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) encamnameya civîna xwe ya ku 5’ê Kanûnê der barê bûyer, pêşketinên siyasî û rewşa Kurdistan û cîhanê de hatibû lidarxistin, eşkere kir.

KNK’ê piştî nirxadin û nîqaşan, plansaziya xebatên xwe yên dema pêş danî.

Di civînê de, aloziyên di navbera hêzên Kurdistanî de, kar û xebatên ji bo pêşxistina diyaloga navxweyî yên ku ji aliyê KNK’ê ve hatine kirin, hatin nirxandin.

KNK: Divê Rêveberên Kurdan pirsgirêkan bi diyalogê çareser bikin

Biryar hat standin ku aloziyên navxweyî yên Kurdan ji holê bên rakirin û diyaloga navxweyî weke xebata sereke bê destgirtin û domandin.

KNK’ê got:

“Divê di vê dema hestyar de, rêveberên Kurdan li hev kom bibin û pirsgirêkên navxweyî bi diyalogê çareser bikin.

Em weke KNK, dê hewl bidin hemû serok û rêveberên Kurdan bînin gel hev. Şerê navxweyî ji bo me xeteke sor e. Divê ti hêz vê xetê derbas neke.”

KNK ji bo pêşîgirtina li şerê naxweyî, berî mehekê komîteyek bi navê “Komîteya Çareseriya Qeyranê” ava kir û niha li Başûrê Kurdistanê di nava hewlên çareseriyê de ye.

KNK: Divê Rêveberiya Başûr li deng û xwestekên xwepêşanderan guhdarî bike

KNK’ê der barê xwepêşandanên li Başûrê Kurdistanê de jî bang li rêveberiyê kir; li hember mafê gel ê xwepêşandanê demokrat be, li deng û xwestekên xwepêşanderan guhdar bike û tundiyê bi kar neyîne.

Ev serê sê rojan e, dengê gel ji bo mafan bilind bûye û di ber de jî bi dehan kuştî û birîndar çêbûne.

KNK’ê behsa komploya li ser Şengalê jî kir û anî ziman; ku divê rewşa Êzidiyan û pirsgirêkên Şengalê bi awayekî teybet bêne destgirtin û çareserî jê re bêne dîtin.

Ji bo vê jî, KNK dubare teqezî li ser derbaskirina vîna Şengaliyan di ber çavan re, kir, ku ew rêya tekane ya çareyê ye.

Tê zanîn, 9 Cotmehê peymanek li ser Şengalê hat îmzekirin, tê de jihevxistina Rêveberiya wê ya Xweser, armanca sereke ye.

Back to top button