Mehdî Ziryan: Rojnamevan Silêman Ehmed ji ber çi hatiye girtin?

71 roj in rojnamevan Silêman Ehmed ji aliyê PDK’ê ve hatiye revandin.
Derbarê revandina wî de serokê şaxa Sendîkaya Rojnamevanan ya li Kerkûkê axivî û wiha got:
”Divê hikûmeta herêmê rêzê ji mafê rojnamevanan re bigire.”

Rojnamevan Silêman Ehmed roja 1’ê Cotmehê ji bo serdanê çûbû cem malbata xwe ya li Taxa Şêx Meqsud a Helebê.

Silêman roja 25’ê Cotmehê dema xwest di deriyê Pêş Xabûr (Sêmalka) re derbasî Başûr bibe, ji aliyê hêzên PDK’ê ve hat revandin.

Ev 71 roj in agahî ji Silêman Ehmed nayê girtin.

Serokê şaxa Sendîkaya Rojnamevanan ya li Kerkûkê Mehdî Ziryan derbarê revandina rojnamevan Silêman Ehmed de axivî.

Mehdî Ziryan diyar kir ku nabe neyê zanîn ku rojnamevan Silêman li ser çi hatiye binçavkirin û wiha got:

”Divê hikumet vê yekê eşkere bike.

Ger rojnamevanek ne girêdayî YNK û PDK’ê be, karkirina wan zehmete.”

Mehdî Ziryan: Karê rojnamevanan li herêma Kurdistanê zehmet e

Mehdî Ziryan da zanîn ku li Başur Kurdistan û Iraqê, desthilat hizbî ne û wiha axaftina xwe dewam kir:

”Divê rojnamevan li gorî xwe rewşê bixwînin û xwe biparêzin, ji ber ku li gorî bajaran xwe gihandina zanyariyan tê guhertin.

Di warê yasayî de ti pirsgirêka me nîne, lê li gorî yasayê kar nayê kirin û rojnamevan tên binçavkirin.

Eger rojnamevan ne girêdayî YNK û PDK’ê bin, karkirina wan li Hewlêr û Silêmaniyê gelek zehmete.”

Mehdî Ziryan: Divê çarenûsa rojnamevan Silêman Ehmed were zanîn

Serokê şaxa Sendîkaya Rojnamevanan ya li Kerkûkê Mehdî Ziryan diyar kir ku divê çarenûsa Silêman Ehmed bê zanîn.

70 roj in agahî ji rojnamevan Silêman Ehmed nayê girtin

Back to top button