“Pêwîst e gelê Kurd li dijî êrişên dewleta Tirk yek helwestê nîşan bidin.”

Li hemberî êrişên dagirkeriya tirk a li dijî Başûr û Rojavayê Kurdistanê helwesteke kurdî yekgirtî nayê nîşandan.
Li navçeya Ranyayê ya başûrê Kurdistanê çalakvan û pêşmergeyên dêrîn banga yekbûna gelê kurd kirin.

Dagirkeriya Tirk di êrişên xwe yên li ser Başûr û Rojavayê Kurdistanê de berdewam dike.

Ta niha li hemberî van êrişan hikûmeta Başure Kurdistanê ti helwestek nîşan nedaye.

Lê helwesta gelê kurd li başûrê Kurdistanê berbiçav e.

Li navçeya Ranyayê çalakvan û pêşmergeyên dêrîn êriş şermezar kirin û bertek nîşan dan.

“Dewleta Tirk dema navê Kurdan dibhîse bi hemû awayan êrîş dike”

Çalakvan Xazî Rifet da zanîn ku dewleta Tirk bi awayekî hovane êrişî gelê Kurd dike û wiha dewam kir:

“Dewleta Tirk dema navê gelê Kurd dibihîse asteng dibe, ji ber vê bi hemû awayî êrîşî her aliyên Kurdistanê dike.

Li hemberî van êrîşan jî divê gelê kurd yek dest bin û her dem di nava çalakiyan de bin.”

Çalakvan Xazî Rifet got ku divê dewleta Îraqê li ser van bipêkirin û êrişan bêdeng nemîne û serweriya xwe parastiba.

Derbarê nokertiya PDK’ê ya bi dewleta Tirk re jî Çalakvan Xazî Rifet ev tişt got:

“Di nava Başûrê Kurdistanê de hevkarî bi dewleta Tirk re tê kirin û xiyanetkar jî tev li van êrîşan dibin.”

Çalakvan Hazim Elî: Divê hemû Kurd li dijî êrîşan rabin

Çalakvan Hazim Elî jî li ser heman mijarê wiha nêrîna xwe anî ziman:

“Balefirên dewleta Tirk a dagirker êrişî hemû deverên Kurdistanê dikin.

Ji ber wê pêwîst e hemûKurd erka xwe ya niştîmanî bizanibe û li dijî êrişan rabe.

Di 2023’an de li Başûrê Kurdistanê 24 welatiyên sivîl bûne qurbaniyên êrişên Tirkiyê

Back to top button