Di 2023’an de li Başûrê Kurdistanê 24 welatiyên sivîl bûne qurbaniyên êrişên Tirkiyê

Endamê Tîma Kurdistanê ya Iraqê (CPT) Kameran Osman diyar kir ku di sala 2023’an li başûrê kurdistanê di êrişên dewleta Tirk ên hewayî de 24 welatiyên sivîl jiyana xwe ji dest dane û birîndarbûne.
Her wiha Mamosteyê zanîgeha Raberîn Aram Qadir jî li dijî êrîşê li ser Başûrê kurdistanê axivî û wiha got:
“Divê beramberî êrişan helwestek netewî bidin.”

Di sala 2023’an de dewleta tirk a dagirker li başûrê kurdistanê bi êrişên hewayî bidehan sivîl şehîd xist.

Têkildarî mijarê Endamê Tîma Kurdistanê ya Iraqê (CPT) Kameran Osman bîlançoya sûcên dagirkeriya tirkiyê eşkere kir

Endamê Kameran Osman CPT’yê diyar kir ku di sala 2023’yan de 24 welatiyên sivîl di encama êriş û bombebaranên dewleta Tirk ya dagirker de li Başûrê Kurdistanê hatine kuştin an jî birîndarkirin û ev agahî da:

” Ji 24 welatiyên bûne qurbanî 7 welatiyên sivîl di encama êrişên balafirên bêmirov û biçek yên dewleta Tirk ya dagirker de, 3 welatiyên sivîl di encama balafirên şer yên dewleta Tirk de û welatiyek jî di encama teeqîna mayînê de jiyana xwe ji dest dane.

Bi vî awayî 11 welatiyan di jiyana xwe ji dest dane.

Her wiha 13 welatî jî birîndar bûne”

“Em bi hevre dijî dagirkeriyê helwestek zelal nîşan bidin”

Derbarê êrişên dagirkeran de, mamostayê zanîngeha Raperîn a Başûrê Kurdistanê Aram Qadir têkildarî mijarê axivî.

Mamoste Aram Qadir dazanîn ku li her cihek Kurdek hebe, dewleta Tirk êriş dike û ev bang kir:

“Dewleta Tirk êrişên xwe yên li ser Başûrê Kurdistanê bi ti awayî kêm nekiriye.

Divê hemû hêzên başûr li dijî dagirkeriyê helwesta xwe bikin yek û bi yekîtiya netewî dijî dagirkeriyê rawestin.

Divê em di nava çalakiyan de bin û civaka navnetewî hişyar bikin û di çarçoveya yekîtiya netewî de li hemberî dagirkeriyê xwedî yek helwest bin.”

Li Başûrê Kurdistanê 2023’an 33 welatî ji ber êrişên Tirkiyê şehîd bûn

Back to top button