Li Başûrê Kurdistanê 2023’an 33 welatî ji ber êrişên Tirkiyê şehîd bûn

Dewleta Tirkiyê a qirker sala borî bê navber êrişên xwe yên bi armanca dagirkirina xaka Başûrê Kurdistanê dewam kir
Li gor amarên ne fermî di encama van êrişan de 33 welatî şehîd û 22 jî birîndar bûn.
Her wiha ji ber êrişan 158 gund hatine valekirin û bêtirî 600 jî bi metirsiya valekirinê re rûbirû ye.
Tevî êriş û dagirkeriya Tirk, heta niha jî hikûmetên herêmê helwestek nîşan nedane û bêdengiya xwe diparêzin,

Êriş û dagirkeriya dewleta Tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê di sala 2023’yan de jî bê navber dewam kir.

Li gor daneyên ne-fermî di encama van êrişan de 33 welatî şehîd û 22 jî birîndar bûne.

Berî niha Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê jî ragihandibû ku dewleta Tirk a dagirker di nava salê de bêtirî 2969 car êrişên asîmanî li ser qadên gerîla û Herêmên Parastina Medyayê pêkaniye.

Li aliyê din ji serê salê ve tenê li herêma Behdînan, Binarê Qendîl û devera Raperîn 10 balefirên bêmirov li deverên sivîlan ketine.

Li gor daneyên fermî, ji 2015’an heta niha bêtirî 160 welatiyên sivîl li Herêma Başûr ji ber êrişên dewleta Tirk şehîd bûne.

Nêzî 300 kes jî birîndar bûne.

Ji ber dagirkeriya Tirk 158 gund hatin valekirin

Her wiha ji ber êriş û dagirkeriya dewleta Tirk a li nav xaka Başûrê Kurdistanê, 158 gund hatine valekirin.

Bêtirî 600 gund jî bi metirsiya valebûnê re rûbirû ne.

Herî dawî dewleta Tirk a dagirker bi balafirên bêmirov 28’ê Kanunê sê caran karkerên bîrên avê ji bo gundên Kora Simoqya ya Şengalê dikolandin, bombebaran kir.

Di encama êrişê de 5 karkerên xelkê Rojavayê Kurdistanê şehîd bûn.

Tevî êriş di serî de li ber çavê Hikumeta Iraq û Başûrê Kurdistanê, li ber çavê hemû cîhanê pêktê, lê ti helwestek li dijî êrişan nîne.

Gelê Kurd, bi taybet gerîlayên Azadiya Kurdistanê, dijî êriş û dagirkeriyê di nava têkoşîn û berxwedanek bê hempa dene.

Back to top button