Xelkê Siwêydayê bi 2024’an re careke din daxwazên xwe dubare kirin

Xelkên Siwêdayê di sala 2024’an de daxwazên xwe dubere kirin.
Li Helebê di encama topbaran di navbera hêzên hikumeta Şamê û çeteyanên dewleta Tirk de 4 kes mirin.
Di êrişan çeteyên DAIŞ’ê li Dêra Zorê de jî leşkerekî hikuemta Şamê hate kuştin.

Bi derbasbûna sala nû re hîn jî xelkên siwêdayê li ser daxwzên xwe da nakevin.

Di roja yekem ya sala 2024’an de, xelkên Siwêdayî li qada El-Kerama kom bûn û mêtingek li dar xistin.

Di mitîngê de, banga xweseriya Siwêda û Sûriyeke ne-navendî kirin.

Her wiha banga berdana girtiyan û pêkanîna biryara NY a 2254 kirin.

Xwepêşandêran eşkere kirin ku heta daxwazên wan pêk neyên, ew ê çalakiyên xwe bidomînin.

Li Helebê 4 kes hatin kuştin

Li herêma “bêçek” rewşa heyî newekî navê xwe ye.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê ragihand ku çeteyên dewleta Tirk a dagirker bi topban êrişî bajarokê Nubil û El-Zehra yên li bakurê Helebê kirin.

Hêzên hikumeta Şamê jî bersiva êrişan da û herêmên dagirkirî yê li rojavayî Helebê topbaran kir.

Di encama êrişên her du aliyan de, yek ji wan zarok 4 sivîl hatin kuştin û gelek kes jî birîndar bûn.

Dibe hejmara kuştina zêdetir bibe ji ber ku rewşa hin birîndaran giran e.

Di êrişa DAIŞ’ê de leşkerek hikumeta Şamê hate kuştin

Rewşa li herêma “bêçek” ji ya li çolistana Sûriyê ne cudatire.

Çeteyên DAIŞ’ê êrişî nuqteyên çekdarên alîgirên hikumeta Şamê li cihên petrolê yên Kesîba, Mezera û Xerata yên bejahiya başûrê Dêrazorê kir.

Di navbera her du aliyan şer derket.

Çavdêriyê da zanîn ku di encamê de parêzvanekî karwanên petrolê yê koma “Qatercî” hat kuştin û 3 çekdarên alîgirên hikumeta Şamê birîndar bûn,

Her wiha çekdarek jî hate revandin.

Li gorî çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê di sala 2023’an çeteyên DAIŞ’ê li bejahiyan Sûriyê 174 êrişên
pêk anîn.

Di encamê de, 171 sivîl û 412 leşkerên Şamê û alîgirên wê hatin kuştin.

Her wiha 46 çeteyên DAIŞ’ê di şerê li hemberî hêzên hikumeta Şamê û êrişên hewayî yên Rûsyayê de hatin kuştin.

Di êrişa li Dêrazorê de 25 çekdarên îranê hatin kuştin

Back to top button