Stoltenberg: Wê NATO ji Efxanistanê vekişe

Di rojeva welatên NATO de, rewşa li Efxanistanê hebû. Sekreterê Giştî yê NATO Jens Stoltenberg ragihand ku wan biryar girtiye ku ji Efxanistanê vekişin.

Wezîrên Parastin û Karên Derve yên DYA jî piştevaniya xwe ya bi biryarê re anîn ziman. Di civînê de careke din Rûsya ji ber tevgera li dijî Ukrayna hate hişyarkirin.

Wezîrê Karê Derve yên beşek ji welatên endamên NATO ji bo rewşa Efxanistanê civiyan.

Bi pêşengtiya Sekreterê Giştî yê NATO Jens Stoltenberg de, civînek hate lidarxitin.

Di civînê de tenê wezîrê beşek welatên sereke amade bûn.

Piştî civînê Jens Stoltenberg tevî wezîrê Parastin û Karên Derve yê DYA daxuyaniya çapemeniyê dan.

Stoltenberg despêkê axivî û got:

Em li gel wezîrên parastin û karên Derve yên NATO gihiştin biryarekê ku hêzên xwe yên li Efxanistanê vekişînin. Piştî êrîşa 11’ê Îlona 2001’an em bi piştevaniya Amerîka çûn Efxanistanê. Niha jî em bihevre vedigerin.

Stoltenberg anî ziman ku ew ê piştevaniya wan ya ji bo herêmê dewam bike û daxwaz kir ku Talîban di vê navberê de bêdengiya xwe biparêze.

Stoltenberg ji Rûsya xwest heildanên xwe yên li dijî Ukrayna rawestîne

Têkildarî aloziya navbera Rûsya û Ukrayna ku demên dawiyê zedebûyî de Stoltenberg ji Moskova xwest dawî li hewildanên xwe yên provaksyonî berde.

Blinken: Em jî piştevaniya biryara vekişîna ji Efxanistanê dikin

Wezîrê Karê Derve yê DYA Anthony Blinken jî di axaftina xwe de balkişand li ser girîngiya hebûna NATO ya li Efxanistanê.

Em jî piştevaniya biryara vekişînê dikin. Heta îro hebûna hêzên DYA û NATO li Efxanistanê pêwistbû.

Austin: Ez Rûsya vediwînim ku rêzê ji yekparbûna xaka Ukraynayê re bigre

Wezîrê Parastinê yê Amerîka Lloyd Austin jî di axaftina xwe de, peyamek ji Rûsya re şand.

Ez Rûsya vedixwînim ku rêzê ji yekparbûna xaka Ukraynayê re bigre. Dijberî vê mafê parastina rawa ya Ukraynayê heye. Divê rêz ji bo yekparbûna xaka Ukrayna were nîşandan. Ji ber vê yekê di hinek sedeman de em piştevaniya Ukrayan dikin.

Back to top button