Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê helwesta xelkê Amedê ya li hemberî Erdogan silav kir û got: ”Divê xelkê Bakurê Kurdistanê vê helwestê ji xwe re bike mînak.”
Şefê faşîst Receb Tayyîp Erdogan 23’ê Cotmehê çû Amedê û xwest li wir mîtîngekê lidar bixe, lê xelkê Amedê tevli nebû.
Li ser vê helwesta xelkê Amedê Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê daxuyaniyek da û xelkê Amedê pîroz û silav kir.
KCK’ê helwesta xelkê Amedê pîroz kir
KCK’ê destnîşan kir ku helwesta xelkê Amedê ya li hemberî Erdogan helwesta gelê Kurdistanê ye û ev tişt anî ziman:
”Tifaqa AKP-MHP’ê ji bo Kurdan qir bike bûye desthilatdar.
Ev tifaqa faşîst her roj êrîşî hebûn û nirxên Kurdan dike.
Gelê Kurd rastiya vê tifaqê baş zane. Yê ku herî zêde vê rastiyê dibîne jî Ameda xwedî hişmendiyeke kûr a welatparêziyê ye.
KCK: Helwesta amediyan helwesta gelê Kuristanê ye
Şefê faşîst di axaftina xwe de ya ku li Amedê kir, rastiya xwe ya dijminatiya li Kurdan careke din raxist pêş çavan.
Ev helwest û zimanê şefê faşîst, encameke ji tengaviya wî ye.
Ji ber ku helwesta xelkê Amedê helwesta gelê Kurdistanê ye û şefê faşîst baş zane bê ev yek ji bo wî tê çi wateyê.”
KCK: Divê gelê Tirkiyê heman helwestê nîşan bide
Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê anî ziman ku pêwîste gelê Tirkiyê jî helwestek bi vî rengî nîşan bide û got:
”Ne tenê gelê Kurd divê li Tirkiyê her kes li hemberî vê siyaset û mejiyê dijminê Kurdan ê şefê faşîst helwestê nîşan bide.
Ji xwe yekî ku dijminê Kurdan be nepêkane ku dostê gelê Tirk û Tirkiyeyê be.
Tayyîp Erdogan ne tenê dijminê Kurdan e, di heman demê de dijminê gelên Tirkiyê, jinan, kedkaran, xweza û mirovahiyê ye.”
KCK’ê dazanîn ku desthilata Erdogan li Tirkiyê nîjadperestî mezhebperestî û dijminatiyê, di nav civkan de pêşxistiye, divê gelên li Tirkiyê xwe ji vê desthilatê rizgar bikin.
Dawiya daxuyaniya xwe de hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê ev bang kir:
KCK: Divê Erdogan li Kurdistanê ji qadên vala re biaxive
Girîng e xelkê Bakurê Kurdistanê vê helwesta xelkê Amedê ji xwe re bike mînak û li dijî faşîzmê helwesteke hîn zelal û bi biryar nîşan bide.
Êdî AKP-MHP û şefê wê yê faşîst Tayyîp Erdogan her ku hate Kurdistanê divê ji qadên vala re biaxive.
Divê gelê Kurdistanê li dora xeta têkoşînê yekîtî û berxwedana xwe mezintir bike û faşîzma AKP-MHP’ê hilweşîne.”