Omer Berkel: Pêwîst e tecrîdeke siyasî û dîplomasî li ser Tirkiyeyê bê meşandin

Hevserokê Yekitiya Parêzeran a kantona Minbicê parêzer Omer Berkel got: “Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan li dijî hemû pîvan û peymanên navneteweyî ye.

Berkel destnîşan kir ku dewleta Tirk bi girankirina tecrîdê qedexekirina hevdîtina parêzer û malbata wî pê re qanûnên navnetewî binpêdike û got:

“Ji bo bidawîkirina tecrîdê, divê civata navneteweyî fişarê li dewletê Tirk bikin.

Bi rêya nûnerên xwe yên biyanî li balyozxaneyên li Tirkiyeyê, yan jî bi rêya lidarxistina xwepêşandanan li pêşiya Komeleya NY`yê, fişarê bikin ji bo ku Rêber Abdullah Ocalan azad bibe.”

Berkel di dawiya axaftina xwe de ev bang kir:

“Fîlozof û ronakbîr Abdullah Ocalan rêberekî neteweyî ye û azadiya wî ya fîzîkî armanca hemû gelên cîhanê ye.

Pêwîst e hemû çalakiyên navneteweyî û herêmî yên Tirkiyeyê bên rawestandin, balyozên wê der bikin..Pêwîst e tecrîdeke siyasî û dîplomasî li ser Tirkiyeyê bê meşandin”

Li Şehba Ciwanên Şoreşger dijî tecrîdê meşa dirêj pêk anîn

Back to top button