Hesan El Selman: Êrişên li ser binesaziyê binkeftina Tirkiyê nîşan dide

Serokê Nivîsgeha Partiya Muhafezekaran a Hesekê Hesan El Selman diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker ji ber binkeftina xwe ya li hemberî îradeya gelên herêmê û ji ber serketina projeya Rêveberiya Xweser êrişî binesaziya herêmê dike.

Hesan El Selman dazanîn ku serkeftina gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê di sazkirina Hevpeymana Civakî de ye û wiha got:

“Hevpeymana Civakî mafên tevahî sûriyan mîsoger dike.

Êrişên li dijî projeya neteweya demokratîk, binkeftin û lawazbûna dewleta Tirk li hemberî îradeya gelan nîşan didin.

Rêveberiya Xweser wek rêya yekane ya jiyaneke ewle ji bo tevahî pêkhateyên Sûriyê ye.”

El Selman di dawî de li dijî çavnebariyên dewleta Tirk ên li welat banga nêrîneke siyasî ya yekbûyî kir.

Bertekên gelê herêmê li dijî êrişên dagirkeriyê

Back to top button