Hikumeta Erîtreyayê, nameyek ji NY re şand û li hebûna xwe ya li herêma Tigrayê mukur hat.
Hikumetê nameyek ji Konseya Ewlekariyê ya NY re şand û anî ziman, ew ê artêşa xwe ya li Tîgrayê vekişîne.
Ev yek piştî ku artêşa Erîtrî bi pêkanîna komkujî û destavêtinê hat sûcdarkirin, pêk hat.
Jixwe Erîtreyê da ku piştgiriyê bide artêşa Etiyopyayê, artêşa xwe şandibû herêmê.