Di êrişa li dijî navçeya Şêrewa 2 sivîlan jiyana xwe ji dest da.
Dewleta Tirk a dagirker noqteyekî Rêjima Sûriyê a li Gundê Soxanekê ya navçeya Şêrewa Topbaran kir.
Her weha gundên Birciqasê, Kilotê, Gundê Mezin a Girêdayê heman navçeyê rastî topbaranê hatin.
Her wiha hate ragihandin ku di bersivdayîna hêzên hikumeta Şamê yên li Nibul û Zera li bakurê Helebê bi cih bûne, gundên Kibêşîn û Birc Hêderê yên dagirkirî yên navçeya Şêrawayê ya kantona Efrînê topbaran kirin.
Li gor agahiyan di encama topbaran de 2 sivîl jiyana xwe ji dest dan û 2 jî birîndar bûn. Di nav wan de zarokek heye.