Li Misirê jineke 60 salî bi awayekî hovane ji aliyê dizekî ve hat kuştin

Li Bakurê Misirê, mêrekî ji bo tola xwe ji jina ku li ser sûca diziya wî lê gilî kirib, rake, li ber çavên neviyên wê ew bi rengekî hovane kuşt. 

Li herêma Mendera ya li Skenderiyê a Misrê, jineke 60 salî ya bi navê Samiya Hicazî سامية حجازي li mala xwe û li ber çavên neviyê xwe bi rengekî hovana hat kuştin.

Kujer, beriya demekê xwest diziya mala cîranê Samiya bike.

Di wê demê de Samiya wî dibîne û agahiyê dide polîsan.

Piştî demekê kujer tê berdan û bi rengekî hovane Samiya di mala wê de dikuje.

Serdozgeriya Komarê ya Misrê eşkere kir ku kujer hatiye girtin û li kuştina jina temen mezin mûkir hatiye.

Back to top button